Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mamoste Ayşe Çelîk Hat Berdan


Mamoste Ayşe Çelîk, ku jiber ‘’propagandaya terorê’’ hatibû girtin, hat berdan.

Ayşe Çelîk di 2016’an de di bernameyeke kanaleke Tirkîyê de bi telefonê gotibû ku ‘’Heyf, divê însan nemirin, zarok nemirin, dayik negirîn’’

Dadgeha Qanûna Bingehîn li ser serlêdanê biryar da ku mafê azadîya beyanê ya Ayşe Çelîkê hatiye binpê kirin.

Çelîk, bi keça xwe ya 6 mehî di 17’ê Nîsanê de ketibû girtîgehê.

Parêzerê Ayşe Çelîk, Mahsunî Karaman berdana wê ji Twitterê ragihand.

XS
SM
MD
LG