Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rojnamevan Azîz Oruç Hate Zindan Kirin


Rojnamevan Azîz Oruç, ku di 11’ê Berfanbarê de li bajarokê Bazîda Agirî ji alîye hêzên ewlekarîyê ve hatibû desteser kirin, îro ji alîyê dadgehê ve hate zindan kirin.

Wezareta Karê Navxweyî ya Tirkîyê Oruç wekî ‘terorîst’ nîşan dabû û dîmenên desteserkirina wî jî li ser medyayê hatibû weşandin.

Oruç, hefteyekê piştî desteserkirinê, îro derket pêş dadgehê û bi îdiaya “endamtîya Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK’ê)” hate girtin.

Parêzera Oruç, Sultan Çîftçî got ku Azîz jibo sîyasetê tê bikaranîn.

“Herî zêde dikarin, Oruç bi sûce ‘binpêkirina sînor’ tawanbar bikin, ev jî bi pere tê ceza kirin. Lê wisa hate nîşandan ku ew endamekî rêxistina çekdarî hatiye girtin.”

Çîftçî da zanîn ku hêzên Îranê Oruç ji nava têlên sînor bi zorê avêtine alîyê Tirkîyê.

“Jiber ku wî ew der nas ne dikir, bi telefonê alîkarî xwestîye û hevserokê HDP’ê yê Bazîdê Abdullah Ekelek û endamê HDP’ê Muhammet Îkram Muftuoğlu hatina hawara wî û ew ji mirinê rizgar kirin. Niha ew jî bi heceta ‘Alîkarîdana PKK’ê’ hatine zindan kirin.”

Çiftçî bi berdewamî dîyar dike ku di dema desteserkirinê de ji bilî pirsên derbarê hesabên medyaya civakî de, ti pirs ji Oruç re nehatine pirsîn.

“Tevahîya dosyayê ji xebatên rojnamvanîyê pêk tê û nabe sedama endamtîya rêxistinekê. “

Oruç, jiber cezayekî dijî wî sê sal berê çûbû Herema Kurdistanê û di 11’ê Berfanbarê de jibo ku here Ewrupa, derbazî Îranê bûbû û ji wir jî xwest ku here Ermenistanê. Ew li Ermenistanê hatibû girtin û radestî Îranê hatibû kirin û karbistestên wî welatî jî Oruç dersînorê Tirkîyê kiribûn.

please wait

No media source currently available

0:00 0:02:19 0:00


XS
SM
MD
LG