Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûniştina Doza Rojnamevan Azîz Oruç Hat Kirin, Ew Dîsa Nehat Berdan


Dadgeha bajarê Agirî

Rûniştina duyan ya doza rojnamevan Azîz Oruç îro Duşemê li Dadgeha Cezaya Giran ya Agirîyê pêk hat, lê ew dîsa nehat berdan.

Oruç, ku bi îdiaya “endamtîya rêxistina terorê” û “propagandaya terorê” tê darizandin, ji Zîndana Bajarokê Panos a Agirîyê bi sîstema deng û dîmen (SEGBİS) beştarî rûniştine bû.

Jiber tedbîrên hember belavbûna vîrusa korona, dadgehê destûr neda ku rojnamevan rûniştina dozê bişopînîn.

Oruç di parastina xwe de got ku ew ne endamê rêxistinekê ye û wî tenê karê rojnamevanîyê kiriye. Dadgehê daxwaza berdana Oruç red kir û rûniştina dozê jibo 9’ê Mijdarê paşxist.

Parêzerê Oruç, Erhan Çîftçîler bîryarâ dadgehê rexne kir û got ku di dosyayê de ti sûç tune û Oruç tenê jiber karê rojnamevanîyê tê darizandin.

“Di destpêka darizandinê de tiştek tunebû, jiber ku bo cezakirina wî ti sedem tuneye. Jixwe dadgeha Agirîyê jî dozên ku berê derbarê Oruç de hatibûn vekirin, hemî kom kirinê û careke din dixwaze wî darizîne. Lê ev yek jî dijî qanûnên Tirkîyê ye.”

Çîftçîler îdia kir ku dadgeh bîryarên azad nade û ew di bin bandora Wezareta Navxweyî ya Tirkîyê de dimîne.

“Dema Îran rojnamevan Oruç dersînor kiribû, Wezareta Navxweyî ya Tirkîyê ragihandibû ku terorîstek hatiye desteser kirin. Jiber vê yekê dadgeh naxwazê gotinên wezaretê vala derxîne û armanc dike ku ceza bide Oruç.”

Hêjayî bîrxistinê ye ku Oruç jiber cezayekî dijî wî, sê sal berê çûbû Herema Kurdistana Îraqê û di 11’ê Berfanbarê de jibo ku here Ewrupa, derbazî Îranê bûbû û ji wir jî xwest ku here Ermenistanê.

Ew li Ermenistanê hatibû desteser kirin û radestî Îranê hatibû kirin û dû re ji Tirkêyê re hatibû dayîn. Wezareta Navxweyî ya Tirkîyê jî ragehandibû ku wan terorîstê bi navê Azîz Oruç û alîkarên wî desteser kirine.

please wait

No media source currently available

0:00 0:02:18 0:00

XS
SM
MD
LG