Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Azad Dîwanî: Divê Cîhana Azad bi Erkên Xwe Hember Sûrîyê Rabe


Azad Dîwanî: Divê Cîhana Azad bi Erkên Xwe Hember Sûrîyê Rabe
Azad Dîwanî: Divê Cîhana Azad bi Erkên Xwe Hember Sûrîyê Rabe

Yekîtîya Ewropa Daxwaz ji Civata Ewlekarîyê kir ku piştgirîya biryara Yekîtîya Ereb bike, derbarê dawîkirina tundûtûjîyê li Sûrîyê. Welatên wekî Fransa, Brîtanya û Almanya dozê dikin ku êdî Neteweyên Yekbûyî gavine berbiçav bavêje da ku alîkarîya sivîlan li Sûrîyê bikin.

Di hevpeyvîna ligel Pişka Kurdî de, akademîsyen û parêzerê mafên mirovan Azad Dîwanî, dibêje bawerîya wî bi rastîya Yekîtîya Ereb tune ye, jiber ku wan heta nuha rê dane rejîma Sûrîyê ku kuştina gel dom bike.

Birêz Dîwanî, ku li Londonê dijî, dide zanîn ku welatên Ereb û Tirkîye qet naxwazin guhertin li Sûrîyê bibe û eger hat û guhertin çêbû, ew hewl didin ku li gorî standardên wan be.

Jibo guhdarîkirina vê hevpeyvînê, kerema xwe fayla dengî li destê rastê klîk bikin.

XS
SM
MD
LG