Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Azar: Çêkirina Vaksîneke Ewle û Karîger Girîngtir E


Wezîrê Saxlemî ya Amerîka Alex Azar
Wezîrê Saxlemî ya Amerîka Alex Azar

Wezîrê Saxlemî û Xîzmetên Civakî yê Amerîka Aleks Azar dîyar kir ku çêkirina vaksîn (perpûn)eke vîrusa korona ya ewledar û bi bandor ji peydakirina vaksîna yekê pirtir girîng e.

Wezîr Azar di serdana xwe ya li Taywanê de got ku bûyûna welatê yekê ya ku vaksînê peyda bike, ne armanc e.

"Armanc ev e ku vaksînek hebe ku jibo gelê Amerîkayê û bo gelên cîhanê ewledar û bi bandor be. Girîng e ku pêzanînên eşkere yên vaksînê hebe da ku ewlehî û bandora xwe bipejirî ne. Di binê înîsîyatîfa Warp Speed Operation de xebatên Amerîka yên çêkirina şeş vaksînan berdevam dike. "

Amerîka di cîhanê de xwedîyê hejmara herî bilind ya kuştinên û bûyerên vîrusa korona ye.

Li Amerîka jiber vîrusê zêdetirî 163 hezar mirî û pirtirî 5 mîlyon bûyerên pêketinê hene.

Di heman demê de, şêwirmenda Qesra Sipî Kellyanne Conway di derbarê testên ku piştvanîya îdiaya Rûsya de ku dibêje wan vaksînek peyda kiriye de, gumanên xwe anî ziman.

Conway di bernema Fox & Friends ya televîzyona Fox de destnîşan kir ku pîvanên Amerîkî xurtir in.

“FDA ya li welatê me pîvanan ava dike û tiştê ku ez ji ragihandina Rûsya fêm dikim ev e ku ne nêzê qonaxa me ne.”

XS
SM
MD
LG