Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêberên Ermenistan û Azerbaycanê Dê li Brukselê Bicivin


(arşîv)
(arşîv)

Ajansa nûçeyan ya Reutersê ji zarê Yekîtîya Ewrupa (YE) ragihand ku rêberên Azerbaycan û Ermenistanê dê di meha pêş de li Brukselê bicivin.

Berdevikekî Serokê Konseya Ewrupa Charles Michel dîyar kir ku rêberên Azerbaycan û Ermenistanê qebûl kirine ku ew li Brukselê bicivin û ser kêmkirina girjîyê danûstandinê bikin.

Civîna rêberên Azerbaycan û Ermenistanê dê di 15’ê Berfanbarê de çêbe.

Michel roja Înê bi Serokomarê Azerbaycanê Îlham Alîyev û Serokwezîrê Ermenistanê Nikol Pashinyan re axifî û ew agahîya ser civînê piştre hat ragihandin.

Piştî nûçeyên didan zanîn ku li sînor 7 leşkerên Azerbaycanê hatine kuştin, YE bang li her du dewletan kiribû ku leşkerên xwe bi şûnde vekişînin û li gor agirbestê tevbigerin.

Azerbaycan û Ermenistanê ser banga Rûsya roja Sêşemê agirbest ragihandibûn.

Her du alîyan par li herêma Nagorno – Qarabaxê şer kiribûn û bi kêmî ve 6500 di pevçûnan de hatibûn kuştin.

XS
SM
MD
LG