Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Azerbaycan Mizgefta Girêdayê Ayetullah Alî Xameneyî Digire


Ala Azerbaycanê

Ajansa nûçeyan ya dewleta Îranê Tasnim roja Sêşemê ragihand ku, Azerbaycanê mizgefteke girêdayê rêberê ruhanî yê Îranê, Ayetullah Alî Xameneyî ye, girtiye.

"Mizgeft û ofîsa Seyîd Alî Ekber Ojaghnejad, nûnerê Xameneyî yê li Baku, roja Seşême bi fermana karbidestên Komara Azerbaycanê hatiye mohr kirin û girtin,"Tasnimê got.

Lê, ajansê pirtir agahdarî ranegihand.

Li gor malepera Ojaghnejad, wî ji 1996'an vir ve li hindûrê mizgeftê de, nûnertîya Xameneyî dikir.
Berdevikê wezareta navxwe ya Azerbaycanê Eskhan Zahidov di daxuyaniyekê de got ku ev biryar jiber "zêdebûna bûyerên COVID-19 li gelek heremên li Baku" hatiye girtin.

Hevdem wî destnîşan kir ku biryara girtinê demkî ye.

Balyozxaneya Îranê ya li Bakûyê ragihand ku ew bi rêyên dîplomatîk mijarê dişopînîn û her wiha got ku berîya girtinê mizgeftê karbidestên Azarbeycanê ti agahdarî nedane wan.

Hejayê bîr xistinê ye ku ev biryara Azarbeycanê piştî ku Tehranê roja Înêyê li nezî sînorê hevpar ya her du welatan dest bi rêhananên leşkerî kir, pêk hat.

Serokê Azerbaycanê Îham Aliyev, bo wan tevgaran Îranê bi tundî rexne kir.
Alozîya di navbera her du welatên cîran de, ku sînorê bi 700 kîlometreyî parve dikin, ji nîvê îlonê vir ve, zêde bûye.

XS
SM
MD
LG