Wezîrê Berevanî yê Azerbaycanê dibêje, ewê nahêle kes bi rîya welatê wî re êrîşî Îranê bike.
Di raporeke televîzyona ser bi dewleta Îranê de, General Safar Abiyev, ku niha serdana Îranê dike, ragihand dê Azerbaycan rê nede kes êrîşeke li dijî Îranê pêk bîne.
Abiyev got, dê Azerbaycan têkilîyên xwe yên leşkerî ligel Îranê hîn xurtir bike.
29'ê meha bihurî, Îsraîlê peymanek ligel Azerbaycanê bi buhayê milyar û nîvekê îmze kir ku gelek muşek û firokên bêy firokevan dê werin firotin.
Îsraîl radigihîne ku ew renge êrîşa navendên navokî yên Îranê bike, lê Tehran îdîa dike ku programa wê ya navokî jibo mebestên aştîyane ye.