Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nûçegîhanê Dengê Amerîka Bobb: Di Bombebarana Hikûmeta Sûrî de bi Dehan Kuştî Hene


Bavek piştî êrîşa esmanî kurê xwe yê birîndar dibe nexweşxaneyê. Bjarokê Azazê, Heleb, Tebax 15, 2012.
Firokeke hikûmeta Sûrî bajarokê Azezê ya bin kontrola serhildayan îro Çarşemê bomberan kir.

Nûçegîhanê Dengê Amerîka yê li deverê Scott Bobb radigîhîne ku di encama bomberanê de bi dehan kuştî û birîndar hene.

Pêyamhiner Scott Bobb di dema bombebarana firoka MIG ya hikûmetê de hevpeyvînek bi qumandarê Artêşa Azad ya Sûrî dikir.

Bobb ragihand ku di dema ketina bombeyê de pencereyên odeya wan çikestin û kesên nav avahîyê hatine der xistin. Çend deqîqe dû re heman MIG zivirî hat û cara duyê bombe avêt xwarê.

Rêxistina Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan dibêje, bi kêmî ve 20 kes di bombebaranê de hatine kuştin.

Ajansa Reuters jî ji zarê bizavkarekî radigîhîne ku herî kêm 30 kes termên qurbanîyan hatine dîtin. Ajans her wiha dide zanîn ku ev êrîş yek jî êrîşên herî kujêr ya hikûmetê ye û hejmara kuştîyan pirtir dibe.
XS
SM
MD
LG