Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hejmara Bêkaran li Amerîka Zêde Dibe


Bêkar li Kentucky
Bêkar li Kentucky

Waşington- Hefteya borî hejmara kesên xwe li wezareta karî ya Amerîka tomar kirîn bo wergirtina alîkariyên bêkariyê ji hikûmeta federal giha 1.2 mîlyon kesan.

Ev di wê demê da pêk tê, ku berdewamiya belavbûna vîrusa korona bala destî heye li ser lawazkirina aboriya Amerîka.

Ev hefteya 20ê ye jiber vîrusa korona we dike ku milyonan karmend karên xwe ji dest bidin, piştî ku bazirgan û xwediyên kompaniyên biçûk firoşgeyên xwe digirin û karmendan betal dikin yan jî hejmara wan kêm dikin.

Hefteya borî li gor yên berê hejmara bêkaran kêmtir bûye ku 2,490,000 kes bêkar mane.

Tê xuya kirin ku kesên bêkar êdî nikarin alîkariya hikûmeta federal werbigrin ku ev 4 mehbûn alîkarî dida bêkaran û heta roja Înê ya borî her bêkarekî di hefteyekê da 600$ distandin, zêdebarî hin alkariyên din yên sade.

Hefteya borî gotûbêj di navbera Komarî û Demûkratan de li ser mijara alîkariya bêkaran tund bibû.

Komarî dixwazin alîkariya heftane ya 600$ daxin 200$ dolaran, lê bi tevayî ew dikarin li gor berê tenê 70% alîkariyê bidin bêkaran.

Lê Demokrat dixwazin, alîkariya 600$ ya bêkaran heta dawiya sala 2020ê dom bike.

Niha Wezîrê Xezîna Amerîka Steven Mnuchin û serokê Dîwana Karmendên Koşka Spî Mark Meadows ku nûneratiya serok Trump dikin li gel seroka Kongresê Nancy Pelosi û serokê kemaniyên Demokrat di Civita Pîran (Senatoran) da Chuck Schumer derbarê pirsa bêkaran û alikariyên din da danûstandinan encam didin jibo bihêz kirina aboriya Amerîka ya ku vîrusa korona bandora xerab li ser heye.

Hatiye plan kirin ku heta Înê herdu partî bigin encamekê, lê xweyaye hêjî dûrbûnî di navbera herdu aliyan da heye li ser gelek pirsan.

Serok Trump di vê hefteyê da gotbû, eger ku vê hefteyê negihin encamêkê ewê ji aliyê xwe da hin mercan bo alîkariya bêkaran ku bihê dom kirin bi rêya derxistina yasa biryarekê.

Berî hefteyekê Wezareta Aborî û Bazirganî ya Amerîka dabû zanîn ku, aboriya Amerîka ya herî bihêz li cîhanê 9.5% daketiye, ev jî rêjeya herî bilind ya daketinê ye di 70 salên borî de li Amerîka.

XS
SM
MD
LG