Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Amerîka Hejmara Serîlêdanên Alîkarîya Bêkarîyê Kêmtir Dibe


Wezareta Kar ya Amerîka îro Pêncşemê ragihand ku hejmara Amerîkîyên ku daxwaza alîkarîya bêkarîyê dikin, di hefteya çûyî de nizimtir bû û ket 498 hezar kesan.

Wezaretê da zanîn ku ew hejmar ji destpêbûna pendemîya korona ya berî 14 mehan vir ve, rêjeya herî nizim e û nîşaneya xurtbûna aborî ye.

Wezaretê bal kişand ku jinûve vebûna firoşgeh û karsazîyan û bilinbûna xerckirina Amerîkîyan jî nîşan didin ku aborî ber bi başîyê ve dihere.

Li gor raporta Wezareta Kar serlêdanên jibo alkarîya bêkarîyê ji hejmara 590 hezar ya hefteya pêştir 92, hezar hindiktir bûye.

Dîsa, hejmara derxistinên ji kar (jikarderxistinê) ji bi awayekî berbiçav hindiktir bûye ku ew di meha yek, Rêbendanê de giheştibû asta 900 hezaran.

Aborîzan bal dikşînin ku tevî van pêşveçûnan rêjeya bêkarîyê hîn ji hejmarên berî pandemîya korona gelek bilindtir e ku di Adara sala borî de di asta dora 230 hezaran bû.

XS
SM
MD
LG