Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgeha Bilind ya Amerîka Destûr Dide Bajaran ku Razana li Derve ya Kesên Bêmal Qedexe Bike


Kmapeke bêmalan li San Francisco, berî were hilandin.
Kmapeke bêmalan li San Francisco, berî were hilandin.

Dadgeha Bilind ya Amerîka roja Înê destûr da rayedarên bajêran da ku qedexeyan danin ser kesên bêmal yên ku li cîh û kolanan radizên, di nav de li wîlayetên peravên Rojava ku rastî krîza nebûna stargehan tên.

Bi vî awayî Dadgeha Bilind biryara ku berê ji aliyê Dadgeha temyîzê ve ya San Francisco hatibû dayîn, betal kir, ku gotbû qedexekirineke weha dê bigihîje asta cezayê giran û nedestûrî.

Dadgeha Temyîzê ya dayîreya 9'an ya Amerîka li San Francisco, ku daraza wê li ser neh wîlayetên rojavayî heye, dît ku tedbîrek weha Qanûna Heştemîn ya Destûra Bingehîn binpê dike li deverên ku têra stargehên bo razana bêmalan kêm in.

Komek ji berpirsên her du partiyên Komarî û Demokrat gotin ku biryara qedexeyê karê rayedarên xwecihî dijwar dike ji bo kanê serderiyeke çawa ligel vedana konan li kolan û meydanan û destdirêjîyên li dij peyarêkan û cihên giştî li wan 9 wîlayetên rojavayî dikin.

Tê texmînkirin ku li Amerîk zêdetirî 650,000 kesên bêmal hene, ku li kolan û meydanan radizên.

Jêder:AP

XS
SM
MD
LG