Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîl Serdana Netanyahu ya Bo Erebistana Saudî Piştrast Dike


Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu û Prensê Cîgir yê Erebistana Saudî Mihemed Bîn Salman
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu û Prensê Cîgir yê Erebistana Saudî Mihemed Bîn Salman

Wezîrê Perwerdehîya Îsraîlê Yoav Gallant îro Duşemê piştrast kir ku Serokwezîr Benjamin Netanyahu bi awayekî veşartî serdana Erebistana Saudî kiriye û bi Prensê Cîgir yê Erebistana Saudî Mihemed Bîn Salman re civîye.

Gallant, endamê kabîneya ewlehiyê ya Netanyahu û partîya Likud, piştrast kir ku civîna li Erebistana Saudî pêk hatîye ku ev di nava hewldanên hemberî metirsîyên herêmî yên Îranê de, rêwîtîya yekê yê serokekî Îsraîlê ye ku bi rengekî vekrî hate pejirandin.

“Ew destkeftinek pir baş e. Ya rastîn civîn pêk hat û ji raya giştî re hate ragihandin, her çiqas niha nîv fermî be jî, mijareke pir girîng e, " Gallant ji Radyoya Artêşê re got.

Demeke berê jî hem Radyoya Artêşa Îsraîlê hem jî Kan Radyo ragihandibû ku Netanyahu roja Yekşemê bi dizî jibo hevdîtinên bi Prensê Cîgir yê Erebistana Saudî Mihemed Bîn Salman û Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo re, çûye bajarê Neom ya Derya Sor.

Erebistana Saudî ya pir kevneperest, cîhê jidayikbûna Îslamê, bi dîrokî pêşengtîya doza Fîlîstînê dikir û ji avakirina peywendîyên fermî yên bi Îsraîlê re dûr disekinî.

Lê Qralîyeta Saudî, hevalbendên wê yên Kendavê û Îsraîl dijî Îranê xwedîyê bêbawerîyeke hevpar in.

Nûçeyên civînê rojek piştî Netanyahu, di peyamek bo serokê hilbijartî yê Amerîkî Joe Biden, ku gotibû divê Amerîka jinûve beşdarî peymana navokî ya Îranê ya 2015'an ne be, ku serok Donald Trump ji vê peymanê vekişîyabû,derket holê.

Ofîsa ragihandinê ya hikûmeta Saudî bersîva pirsên Reutersê di derbarê serdanê hîn nedaye.


XS
SM
MD
LG