Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Berbijarê Demokratan yê bo Seroktîyê Joe Biden Kî Ye?


Cîgirê Serokê Amerîka yê berê Joe Biden, ku di hilbijartina seroktîya 3’yê Mijdarê de berbijarê fermî yê Partîya Demokrat e, 77 salî ye.

Biden li bajarê Scranton ya eyaleta Pennsylvania hat dinê, lê ji zaroktîya xwe vir ve li eyaleta Delaware dijî û 36 sal li Civata Senatoran nûnertîya wê eyaletê kir.

Sîyasetvanê derîn Biden, jibo hêşt salan li Qesira Sipî wek cîgirê Serok Barack Omama xebitîbû.

Wî berê jî du caran ketibû kêbirkeya hilbijartinê ku bibe kandîdê partîya xwe, lê bi ser neketibû.

Ger Biden di hilbijartinê de serketî be û di Rêbendana 2021’ê de sond bixwe, ewê bibe serokê 46’an ya Amerîka.

Dîsa, heku Biden di hilbijartinê de bi ser bikeve, ew di 78 salîya xwe de diçe Qesira Sipî ku bi wî awayî ewê bibe serokê herî temendirêj ya dîroka Amerîka.

Heta niha Serokê niha Donald Trump, ku dema hate hilbijartin 70 salî bû, serokê herî temen mezin yê Amerîka ye.

XS
SM
MD
LG