Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

CENTCOM: Bi Bombeavêjên B-52, Artêşa Amerîka"Mîsyonek" li Rojhilata Navîn Pêkanî

Wêneyê B-52H
Wêneyê B-52H

Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkî (CENTCOM)ê di hesaba xwe ya fermî di X'ê de ragihand ku wan di 17'ê vê mehê de li Rojhilata Navîn bi balafirên stratejî yên B-52 mîsyoneke hêza hewayî pêk anîne.

Daxuyaniya Fermandariyê destnîşan kir ku her du balafirên B-52 ji Baregeha Hêza Hewayî ya Qiraliyeta Îngilîstanê 'Fairford' rabûn û di dema wezîfeyê de li Ewropa û neh welatên hevkar yên li herêmê firiyan.

Ev mîsyon ji nûvekirina sotemeniya hewayî û bikaranîna cebilxaneyên rast pêk dihat, û her du bomavêj bi balafirên F-15 ên Amerîkî û balafirên ji çar welatên hevkar re bûn.

Fermandarê Fermandeya Navendî ya Hêzên Amerîkî, General Eric Kurilla, got ku vê mîsyonê şiyanên Amerîka yên navneteweyî, pabendbûna bi ewlekariya herêmê, û şiyana bersivdana her gefek ji her neteweyek an aliyek ku dixwaze nakokiyan li devera Fermandeya Navendî berfireh bike an gurr bike nîşan dide.

This item is part of
XS
SM
MD
LG