Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Êrîşa Hember Parlamanter Bariş Atay li Stenbolê Hat Şermezar Kirin


Dijî Cîgirê Serokê Giştî yê Partîya Karkeran a Tirkîyê (TÎP) û parlementerê Hatayê Bariş Atay şeva Duşemê li Stenbolê erîşek pêk hat.

Roja Sêşemê jî ser vê bûyerê bi pêşengîya Partîya Karkeran ya Tirkîyê û piştgirîya Partîya Gel ya Komarî (CHP), Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) û hin partîyên çepgir li ser erîşa dijî Atay li Parka Yogurtçular a li Kadikoyê daxuyanîyek hate dayîn.

Atay jibo piştgirîya wan ji beşdaran re sipas kir û got ku “Suleyman Soylu ne wezîr e. Ew serokê çeteyê ye. Her du alî pir zelal in. Em alîyê Îpek Er digirin. Soylu alîyê Musa Orhan digire.”

Hejayî bîrxistinê ye ku Atay ser medya civakî peyamek şandibû Wezîrê Navxweyî yê Tirkîyê Suleyman Soylu û jiber berdana endamê artêşê Musa Orhan rexne li wî kiribû.

Pişt re Soylu jî ser medya civakî bersîva peyama Atay dabû û gotibû ku Atay bi fermana Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) bûye parlamanter.

MEB_09_02_20_Êrîs_Daxuyanî_B_Atay
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:54 0:00

XS
SM
MD
LG