Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fermandarê HSD'ê Birûsk Hesekê Rewşa Dawî ya Efrînê Dinirxîne


Artêşa Tirk ji roja Şemîyê vir ve bi dijwarî êrîş hemû deverên Kantona Efrînê dike. Di van êrîşan de balafir û çekên giran tên bikar anîn.

Hêzên Tirk ji 3 alîyan ve hewil didin ku bi awayekî bejahî sînor derbaz bikin, lê Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) bersîva van hewildanan dide.

Derbarê rewşa dawî, yek ji fermandarên HSD'ê li Efrînê, Birûsk Hesekê agahî bi me re parve kirin.

“Êrmancên Tirkîyê zelal e. Êrîşa li ser Efrînê, kîna ji binxistina DAIŞ'ê tê û dixwaze gelên Sûrîyê dijminê hevdu bike.”

Hesekê herwiha dîyar kir ku şerên dijwar li enîyên cuda hene û hêzên wan bi moraleke bilind bersîvê didin û zîyanên mezin gihandine artêşa Tirk.

Li alîyekî din îro li bajarê Efrînê merasîmên 15 cangorîyên ku di encama topbaran firokên Tirkîyê ya 24 saetên dawî de, jîyana xwe ji dest dabûn pêk hatin, ku 12 ji wan sîvîl in.

NR_1_22_2018
please wait

No media source currently available

0:00 0:10:23 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG