Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rewşa Saxlemîya Boris Johnson Zelal Nebûye


Boris Johnson
Boris Johnson

Wezîrê Saxlemî yê yê Brîtanya Matt Hancock îro Înê got ku ew hîn ne xwedîyê agahîyekê ye ku karantînaya Serokwezîr Boris Johnson bo hefteyekê îro diqede yan ne.

"Ez rewşa tendirustîya Serokwezîr Johnson nizanim. Tiştê ku ez dizanim, ew e ku ez her roj bi wî re derbarê krîzê dixebitim. Ew pir zêde dixebite,” Hancock got.

Wî wek bersîva pirsa gelo Johnson dê roja Înîyê ji karantînayê derkeve yan ne, Hancock got ku ew bi piştrastî nizane, lê Johnson karê xwe didomîne.

Hêjayê bîrxistinê ye ku Înîya borî Serokwezîrê Brîtanî Boris Johnson ragihandibû ku ew bi vîrusa korona ketiye û dê hikûmetê ji mala xwe bi rêve bibe.

XS
SM
MD
LG