Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rojnamevan Yarkadaş: Li Tirkîye Nivîsîna Rastîyan Dibe Sedema Binçavkirin û Girtinan


Baris yarkadas
Baris yarkadas

Parlamanterê berê yê Partîya Gel a Komarî (CHP) û rojnamevan Bariş Yarkadaş her meh raporta bi navê “Di Medyayê de Binpêkirinên Mafan” parve dike.

Li gor raporta meha Adar’ê jî li Tirkîye 95 rojnamevan hatin darizandin û derketin pêşberî dadgeran.

Herwiha li gor heman raportê 3 rojnamevan hatin binçavkirin, jibo 7 rojnamevanan 11 sal û 2 meh û nîv cezayên zindanê hatin birîn û du malperên înternetê jî hatin astengkirin.

Di heman demê de 2 rojnamevan bûn armanca êrîşan, 1 radyo jî bû armanca êrîşa çekdarî û dîsa ji alîyê dadgehekê ve 7 hezar lîra ceza li rojnamevaneke hat birîn.

Rojnamevan Yarkadaş ser vê raportê dîyar kir ku Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) bi biryar e ku hemî rojnamevanên dijberê xwe bibe pêşberî dadgehan.

“Ez zext û êrîşên sîstematîk ên dijî rojnamevanan bi belgeyan radixim berçavan. Ev çar sal in her meh ez raportên ser binpêkirinên mafan ên rojnamevanan parve dikim. Deshilata AKP’ê û piştevanê wê Partîya Tevgera Netewperwer (MHP) naxwazin ku li Tirkîye ti rastî werin axaftin û nivîsîn. Jiber vê jî rojnamevan her roj wekî ku biçin nûçeyan, mixabin diçin dadgehan û ew têne darizandin û neçar dimînin ku parastinê dikin.”

Yarkadaş bi berdewamî jî got ku “Li Tirkîye jiber polîtîkayên desthilatê rojnamevanên rastîyan dinivisin an têne binçavkirin an têne girtin an jî di derbarê wan de doz têne vekirin.”

Rojnamevan Yarkadaş rêxistin û sendîkayên rojnamevanîyê jî rexne kir û got ku, “Sendîka û rêxistinên rojnamevanîyê di bin kontrola beşeke biçûk de ye û ewan dijî binpêkirina mafên rojnamevanan gavên têre bike navêjin.”

Hêjayî birxistinê ye ku li gor pêzanînên Sendîkaya Rojnamevanan a Tirkîye (TGS) jî 54 rojnamevan û xebatkarên medyayê jiber nivîs û gotinên xwe li zindanên Tirkîye têne girtin.

MEM_02_04_21_Rapor_B_Yarkadas_Stenbol
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:30 0:00

XS
SM
MD
LG