Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Herêma Kurdistanê û Daxwaza Hêzên Parastina Sînor ji Amerîka


Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dr. Cotyar Adil ragihand ku wan ji Amerîka xwestiye ku hêzên xwe li ser sînorê navbera Rojavayê Kurdistanê û Herêma Kurdistanê bi cîh bikin.

Dr. Adil eşkere kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê ne bi şer re ye, jiber vê yekê ev daxwaz ji Amerîkayê kirine.

Rêvebirîya Xweser ya Bakur û Rojhilata Sûriyê jî heta niha daxuyanîyek di vê derbarê de nedaye.

Lê gorî raporeke Al Monitor, HSD'ê ew daxwaz bi erênî nirxand, lê heta niha ti jêderên HSD'ê ew helwest piştrast nekir.

Çavdêrên xwecîhî bawer dikin ku ewlekarîya sînor jibo şerê DAIŞ'ê pir giring e jiber ew tekane rêya bejahî ya ku Koalîsyon bo veguhsetina lojstîk û leşkar û çekan bo bingehên xwe yên li bakurê Sûrîyê bi kar tîne.

ZO_12_24_2020_Başûr_Rojava
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:34 0:00

XS
SM
MD
LG