Partîya Baas ya Sûrîyê îro Çarşemê ragihand ku ew tevahîya xebatên xwe heya demeke ne dîyar rawestandîye.
"Serkirdayetîya navendî ya partîya Baas biryar da ku kar û çalakîyên partîyê bi her awayî heta daxuyanîyeke din rawestîn," di daxuyanîyê de hat gotin ku li ser malpera rojnameya Partîya Baas ya Sûrîyê de hat weşandin.
Partîya Baas ya Sûrîyê ku 1947 an de hatiye damezrandin û ji 1963’an ve li Sûrîyê serwer bû.
Malbata Beşar Esad, serokê Sûrîyê yê têkçûyî 1971 yan vir ve, wek serokên Partîya Baas desthilardarên tekane yên wî welatî bûn.
Hafis Esad, ji 1971 an heya ku di sala 2000’an de jiyana xwe ji dest da, û piştre jî kurê wî Beşar Esad heya 8’ê Berfanbarê de wek serokê Sûrîyê desthilatdar bûn.
Ev daxuyanîya Partîya Baas hat belav kirin, piştî ku 4 roj berê serhildayên bi pêşengîya koma cihadî Hayat Tehrîr el-Şam (HTŞ) desthilatîya serok Beşar el-Esad têk birin û dawî li desthilata malbat û partîyê ya zêdetirî 50 salan anîn.
Jêder: AFP