Hûsiyên Yemenê, ku ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve têne piştgirîkirin, di rojên dawî de gelek caran gef li derbasbûna keştiyên bazirganiya navnetewî li Bab el-Mendeb xwarine, herî dawî êrîşî du tankerên petrolê yên Siûdî kirine û çendên din neçar kirine ku rêya xwe biguherînin.
Van kiryaran bihayê petrola Brentê gihandiye 100 dolarî bo her bermîlekê û ji bo barkirina navneteweyî li herêmê pirsgirêkên bêhempa çêkirine.
Di hefteyên dawî de, rapor hene ku Tehranê ji Hûsiyan xwestiye ku tengavê bigirin, û ev yek jî bûye sedem ku Hûsiyên Yemenê êrîşî keştîyên bazirganî bikin.
Têçşna sîgorteyê ji bo keştîyên ku hewl didin ji Tengava Bab el-Mendeb derbas bibin di rojên dawî de bi awayekî berbiçav zêde bûne, tankerên petrolê û keştîyên Siûdî yên ku tenê ji bo welatên Rojava dixebitin neçar in ku ji sedî 1% heta 3% bermaber barê xwe bidin.
Têçûn a keştîyên mezin ên bi barê tije carinan dikare bigihîje 20 mîlyon dolarî ji bo her derbasbûnekê Tengava Bab el-Mendeb.
Tengava Bab el-Mendeb a Deryaya Sor bi Kendava E'denê, Deryaya Erebî û Okyanûsa Hindî ve girêdide û di xala xwe ya herî teng de bi qasî 28 kîlometreyan fireh e.
Ev rêya girîng a avê, ku di navbera Yemenê li rojhilat, Cîbotî û Erîtriya li rojava, gir; dide.
Hûsiyên li Yemenê tengavê wekî kartek zextê li dijî welatên Rojavayî û Erebî bikar tînin.
Bab el-Mandeb yek ji rêyên sereke yên keştîvaniyê ye di navbera Asya, Ewropa û Rojhilata Navîn de bi rêya Kenala Suweyşê.
Nêzîkî ji sedî 12% petrola cîhanê û ji sedî 8% gaza xwezayî ya cîhanê di vê tengavê re derbas dibe.
Pirsgirêkên trafîkê yên di nav Bab el-Mandebê re û nevekirina tevahî ya Tengava Hormuzê, ku berî şerê 40 rojî di navbera Amerîka, Îsraîl û Îranê de ji sedî 20ê petrola cîhanê û ji sedî 25ê gaza xwezayî bi rêya wê tengavê bû.
Piştî şerê 40 rojî û girtina Tengava Hormuzê ji aliyê Pasdarên Şoreşa Îslamî ve, Erebistana Siûdî şandina petrolê bi rêya Deryaya Sor û Bab el-Mendebê zêde kir, berî gefa dawî rojane nêzîkî çar milyon bermîl dixistin bazara cîhanî.
Di mehên dawî de îxracata petrolê bi rêya tengavê gihîştibû nêzîkî şeş milyon bermîl di rojê de.
Niha, bi zehmetiya derbasbûna ji vê rêya avê ya girîng, tankerên petrolê yên ku petrola Siûdî dibin Asyayê neçar in ku bi rêya Kanala Suweyşê bigihîjin cihê xwe yê diyarkirî ber bi Deryaya Navîn û ji wir jî ber bi parzemîna Afrîkayê ve.