Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Meclîsa Leşkerî ya Babê Dijî Navendeke Artêşa Tirk Çalakî Pêk Anî


Şervanekî Meclîsa Leşkerî ya Babê
Şervanekî Meclîsa Leşkerî ya Babê

Meclîsa Leşkerî ya Babê, ku beşeke ji Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) ye, ragihand ku şervanên wê wan çalakîyek li dijî navendeke artêşa Tirk pêk anîye.

Meclîsê bi daxuyanîyekê ji bîragiştî re encama çalakîya ku di 7'ê Îlonê de pêk anîbû, ragihand.

“Şervanên me êrîşî navendeke artêşa Tirk li gundê Yaşlê kirin, 12 leşkerên Tirk kuştin û 11 yên din jî birîndar kirin. Herwiha bi qasî wan endamên komên çekdar ku bi ser Tirkîyê ve ne hatine kuştin û birîndar bûne. Di operasyonê de ti zerar negihiştiye şervanên me yên çalakî pêk anîne û ew bi saxî vegerîn cîhên xwe.”

Berdevkê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş ji Dengê Amerîka re got ku ev çalakî dikeve çarçoveya xweparastinê.

“Di dema dawî de hejmarek hevalên me şehîd bûn, bi taybetî di êrîşa li dijî Meclîsa Til Temir de, herwiha êrîşên bi dronan pêk hatibûn, dor van êrîşan HSD'ê daxuyanî dabû ku emê tola wan şehîdan hilînin, loma ev çakalî pêk hat”.

Derwîş da zanîn ku êrîşên artêşa Tirk li seranserî bereyan didomin, li Efrîn, Şehba, Bab, Minbic, Girêsipî, Serêkanîyê û Til Temir, loma li hember van êrîşan çalakîya dawî weke mafê xweparastinê pêk hatiye.

“Tevî hemû xwestekên me ku ew bibe welatekî cîran ne dijmin, Tirkîye dixwaze asta şer bilintir bike. Me çend car ji alîyên cuda re dîyar kiribû ku em ti metirsîyê li ser Tirkîyê çênakin, lê ew êrîşan didomîne”.

Derheqa helwesta alîyên navdewletî, Derwîş xwest ku hêzên koalîsyonê bi serkêşîya Amerîka herwiha hêzên Rûsî yên ku li wê deverê hene, bêdeng nemînin.

“Hêzên di alozîya Sûrîyê de cîh digirin divê helwesta xwe nîşan bidin, pêdivî bi çareserîya sîyasî heye, ku çiqas dereng bimîne alozî kûrtir dibe, çimkî hin alî dixwazin şer berdewam bike, da ku dagîrkerîya xwe fireh bikin”, Derwîş got

Hêjayî gotinê ye ku gundê Yaşlê di navbera Minbic û Babê de ye. Artêşa Tirk di dema êrîşa ser Girêsipî û Serêkanîyê ya di 2019'an de, dema hêzên Amerîkî ji Minbicê vekişîn ew gund kontrol kiribû, piştre ev navenda ku çalakî li dijê çêbûye, ava kiribû.

NR_09_11_2021_Çalakî_Dijî_Artêşa_Tirk_Bab
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:00 0:00

XS
SM
MD
LG