Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêberê Ruhanî yê Êzîdîyan Baba Şêx Tê Oxir Kirin


Rêberê ruhanî yê Êzîdîyan Baba Şêx, ku do Pêncşemê koça dawî kiribû, îro li gundê Bozan bi merasîmeke girseyî hate binax kirin.

Tevî hebûna vîrusa korona, hejmareke baş ya behîdaran beşdaran di oxirkirina Baba Şêx de amade bûn.

Termê Baba Şêx berî ku were veşartin, li Laleşa Nûranî û hin gundên Êzîdîyan hate gerandin ku bawermend bikarin cara dawî xatir ji wî bixwazin.

Rêberên civata Êzîdî ragihand ku jiber kiras guhertina Baba Şêx sê roj şîna giştî hatiye danîn û li Şêxanê jî heft roj matema wî berdewam be.

Baba Şêx ku navê wî Xirto Hacî Îsmaîl e, di 87 salîya xwe de jiber nexweşîya gurçikê li nexweşxaneyeke bajarê Hewlêrê koça dawî kiribû.

XS
SM
MD
LG