Serokê Partîya Demokrasî û Pêşveçûnê (DEVA) Alî Babacan jibo danasîna berbijarên bajarvanîyê serdana Amedê kir.
Babacan di merasîma danasînê de qayum rexne kir û got ku ewê li cîhên ku qayum hatine danîn, jibo demokrasî û dadmendîyê xebatên xwe bimeşînin.
‘’Jibo Amedê em karên xwe dizanin, em dizanin emê çi bikin. Hemî kadroyên DEVA, li hemî cîhên ku berbijarên me hene hazirî kirin û hîn jî dikin.’’
Wî got ku desthilat bi erkdarkirina qayuman dixwaze bibêje ku ti qîmeta dengên Amedîyan tuneye û dîyar kir ku di demokrasîyan de tiştên wisa çênabin.
Babacan bi berdewamî ser Kurdî axifî û dîyar kir ku tevî ku li Tirkîyê bi mîlyonan kes bi vî zimanî dipeyîvin jî ew li parlamana welêt wek ‘’zimanekî nayê zanîn’’ tê nivîsîn.
Serokê DEVA got ku heta ku navê Kurdî bi awayekî rast neyê nivîsîn ti kes nikare li Tirkîyê behsa hemwelatîyên wekhev bike.
Berbijarê DEVA yê jibo bajarvanîya Amedê Cenap Ekîncî ye. Li Egîlê Zeynel Bekîl, li Erganîyê Suleyman Efe û li Kayapinarê jî Hebûn Aytekîn berbijarên DEVA ne.