Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Babacan Berevanîya Wezîrê Berê yê Dadê Sadullah Ergîn Kir


Serokê Partîya Demokrasî û Pêşveçûnê (DEVA) Alî Babacan berevanîya berbijarê parlamanterîyê yê lîsta Partîya Komarî ya Gel (CHP) Sadullah Ergîn Kir ku di navbera 2009 û 2013’an de wek Wezîrê Dadê xebitîbû.

Babacan dîyar kir ku nîqaşên ser berbijarîya Ergîn şaş in û wî ser dadmendîyê û demokratîbûnê gavên girîng avêtine.

‘’Şahidên me demokratên wê demê ne. Ew dîroka ku xwedî derdikevin serdema demokratîkbûnê ye. Armanca me Tirkîyeyeke ku bi tevahî demokrat e.’

Babacan dîyar kir ku ewê pişt hevdu bigirin û bi hev re bi ser kevin.

Hêjayî balkişandinê ye ku Ergîn li ser navê Partîya DEVA, li herêma 1’ê ya Enqerê di rêza 4’an de di lîsta CHP’ê de berbijar e.

Jêder: Twitter, Alî Babacan

XS
SM
MD
LG