Hêzên ewlekarî yên Îraqî gaz û bombeyên rondikrêj avêtin da ku xwepêşanderên ku kevir diavêtin belav bikin, di pevçûnan de ku gelek kes birîndar bûn li nêzîkî Meydana Tehrîrê ya Bexdayê, cihê ku bi sedan salvegera Şemîyê ya nerazîbûnên dijî hikûmetê di sala 2019an de bi bîr anîn.
Li gorî çavkaniyên pizîşkî û ewlehiyê herî kêm 64 kes birîndar bûne ku 26 ji wan endamên hêzên ewlehiyê ne. Çavkaniyan eşkere kir ku 38 ji xwepêşanderan rastî fîşekên plastic bûn.
Daxuyaniyek leşkerî got ku hin endamên navborî bi molotov û tifingên nêçîrê êrîşî hêzên ewlehiyê kir.
Karmendên ewlekarîyê xalên vekolînê li seranserê bajêr bi cih kiribûn, pir û meydan girtin û dîwar li ser hin pirên ku ber bi Navçeya Kesk a zexm ve diçin, ku baregehên hikûmetê û balyozxaneyên biyanî tê de hene, ava kirin.
Xwepêşanderan li meydanê ala Îraqê hildan û dirûşmên “em dixwazin rejîmê hilweşînin” berz kirin.
Xwepêşanderekî gênc ji Bexdayê bi navê Leyth got, "Em beşdarî xwepêşandanên aştiyane yên îro bûn ji ber ku em dixwazin daxwazên me werin bicihanîn... em ewlehî, kar û mafên xwe yên hêsan dixwazin... em ne ji bo şerkirin an rijandina xwînê li vir in."
Çend metre dûr, hêzên ewlekarî gaza rondikrêj û bombeyên rondikrêj avêtin daku xwepêşanderan belav bikin, yên ku hewl dabûn dîwarê ku pira Komarê ya ku di ser Dicleyê re digihêje herêma Kesk, hilweşînin, li gorî nûçegihanê Reutersê ku şahidê bûyerê bû.
Li parêzgehên başûr jî xwepêşandanên piçûktir hebûn.
Di sala 2019an de, xwepêşandan li dijî hikûmeta serokwezîrê wê demê Adil Ebdulmehdî derketin û xwepêşanderan daxwaza guhertina sîstema siyasî kir, ku ew dibînin pir gendel e û piraniya Îraqiyan di xizaniyê de dihêle.
Zêdetirî 560 kes, ku piraniya wan xwepêşanderên bêçek lê endamên hêzên ewlehiyê jî bûn, di wan xwepêşandanan de hatin kuştin.
Çavkanî: Reuters