Karbidestên istana Missouri îro Pêncşemê ragihand ku di encama bager û bahozan de, herî kêm 3 kes li bajarê Golden Town hatine kuştin, jimareke kesên din jî birîndar bûn.
Karbidestan da zanîn ku di encama baranên boş û bayên xurt de gelek rê, pir û avahî zarar dîtin.
Karbidestên ewlekarî dîyar kir ku bahoz li bajarên Jefferson City, Carl Junction û Eldon da û hejmareke mezin ya rûniştvanan wan deran li malên xwe asê man.
Rêvebirîya Hawazanî ya Amerîkî (National Weather Service) da zanîn ku ba û baranên xurt, zipik û birûsk li xencî Missouri, li istanên Oklahoma û Kansas jî bandorên neyênî li jîyana hemwelatîyên kirin.