Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hikûmeta Nû ya Îraqê Û Têkiliyên Bexda yên ligel Hewlêrê


Piştî Dr. Adil Abdul-Mahdî weke serokê hikûmeta nû li Îraqê hat destnîşan kirin, çav dikevin ser çareseriya hin pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexda de, bi taybet pirsgirêkên weke mada 140 ya destura Îraqê, herêmên Nakokbar, pirsa rêjeya Kurdan ji budceya Îraqê û pirsgirêkên girêdayî berhemên petrolê.

Bi armanca çareseriya aloziyên di navbera hikûmeta Herêam Kurdistanê û hikûmeta Bexda de, partî Demokratî Kurdistan PDK lîsteke daxwazan gihandiye Adil Abdul-Mehî û berpirsên Îraqê bo çareser kirin û nehiştina aloziyên heta niha di navbera herdu aliyan de hatine berdewam kirin.

Qunaxa nû ya têkiliyên Hewêr û Bexda dê di rewşeke çawan de derbaz bibin? Eger ku Abdul-Mahdî nikarî daxwazên Kurdan çareser bike, dê rewş ber bi ko de here? Kurd divê di vê qonaxê de serederiyek çawan bikin û çawan tev bigerin?

Ev pirs di bernama Hello Washington de ji mêvanan hatin kirin: Cemal Koçer endamê parlamena Îraqê ji lîsta Yekgirtuya Îslamî, Îhsan Amêdî, endamê berê yê parlamena Herêma Kurdistanê û birêz Alî Oremarî, çavdêrê siyasî.

Koçer di bernamê de got: Ev dê derfetek guncayî be bo Kurdan eger bi yek helwest û yek plan û proje li Bexda xebatê bikin, ji du aliyan ve giringe, Yek jiber ku Adil Abdul-Mahdî, kesekî bê milîşya û hêzên çekdarîye û nêzîkî Kurdane, ya Duyan di nava parlamenê berê de her tişt bi asanî dihatin biryar dan û di meşiyan lê niha ne wehaye".

Cemal Koçer, endamê parlamena Îraqê/Yekgirtu
Cemal Koçer, endamê parlamena Îraqê/Yekgirtu

Koçer herwiha dibêje,"yek ji xalên seqet yên ku em Kurd vê carê hatine Bexda her hêzek siyasî jibo berjewendiya partiya xwe hatîye", dîsan dibêje" biryar ne di hola parlamenê de tên dan, tev de pêkhatin û peymanên siyasî ne, ew jî, ji derveyî parlamenê tên biryar dan".

Alî Oremarî, Çavdêrê Siyasî
Alî Oremarî, Çavdêrê Siyasî

Alî Oremar, çavdêrê siyasî got "Barê Adil Abdul-Mahdî serok hikumetê nû li Îraqî gelekê girane, divê Kurd weke yek tîm, bi hevre kar bikin", Oremar herwiha dibêje PDK û YNK bi pirsgirêkên xwe ve çûne Bexda, pirsa destnîşan kirina serokomar baştirîn mînake".

Îhsan Amêdî, endamê berê yê parlamena Kurdistanê
Îhsan Amêdî, endamê berê yê parlamena Kurdistanê

Îhsan Amêdî, di bernaê de anî ziman û got "Îran baladeste li Îraqê, ji bo hikumeta nû ya Îraqê bi sanahî nabe ku hemu şert û mercên Amerîka li ser Îraqê li hember sizayên aborî li dij Îranê bi cih bên", Amêdî dîsan got "wek tê zanîn Îraqa nû li gur desturekî hatiye ava kirin, divê her hikumeta bê li gur desturî tev bigere û Îraqek desturî be".

Hello Washington 09_11_2018
please wait

No media source currently available

0:00 0:28:37 0:00

XS
SM
MD
LG