Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çekdarên Mayî Yên Daişê Diyar e Dê Şer Bikin Heta Mirinê


Çekdarên mayî yên Daişê bi tivingên xwe û rûyên xwe yên nixamtî li gundê Baxozê diyar e amade ne şer bikin heta mirinê.

Lê li ber çavên wan, bi hezaran kes, gelek jin û zarokên wan in, ji navçeya dorpêçkirî derdikevine û xwe radestî Hêzên Sûriya Demokrat HSDê dikine.

Hin girteyên vîdyo yên ajansa Reuters li eniyên pêşîn, hin çekdar nîşan dan çawa ew çavdêriya derketina xelkê dikin.

HSDê got çekdarên biyanî yên ku red dikin çekên xwe deynin, ew ji aliyê hikûmetên seranserî cîhanê ve têne xwestin û diyar e dê heta mirinê şer bikin.

Roja Şemiyê peyamnêrekî Reuters dît çawa bi dehan kes, piraniya wan mêr bûn, ji navçeya bin destê Daişê derbasî nava hêlên bin destê HSDê bûn.

HSDê got ew çekdarên birîndar ên Daişê bûn.

Navçeyeke 200 metir a vala di navbera bingehên HSDê û Daişê de ye li Baxozê.

XS
SM
MD
LG