Mustafa Şentop, seroktîya parlamana Tirkîyê bi awayekî demkî da Serokê Partîya Tevgera Neteweperest (MHP) Devlet Bahçelî ku endamê herî kal yê parlamanê ye.
Parlamanterên ku di 14’ê Gulanê de hatibûn hilbijartin dê îro sond bixwin û dest bi kar bikin.
Rêvebirîya dewra 28’an ya parlamana Tirkîyê, Devlet Bahçelî dike.
Şentop di merasîma dayîna seroktîyê de got ku ew hêvî dike ku dewra 28’an ya parlamanê bi awayekî geşbîn destpê bike.
Bahçelî jî dîyar kir ku ew hêvî dike ku dewra nû ya parlamanê jibo Tirkîyê rewşên xweş bîne.
Di parlamana 28’an ya Tirkîyê de piranî bi 323 parlamanteran di destê Hevpeymanîya Gel de ye ku pêşengên wê Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) û MHP ne.
Di parlamana 28’an ya Tirkîyê de piranî bi 323 parlamanteran di destê Hevpeymanîya Gel de ye ku pêşengên wê Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) û MHP ne.
Hevpeymanîya Gel ya ku partîyên wek Partîya Gel ya Komarî (CHP) û Partîya Baş têde ne bi 212 parlamanteran li meclîsê ye.
Hevpeymanîya Ked û Azadîyê ya bi rêberîya Partîya Çep ya Kesk jî bi 65 parlamanteran dê li parlamanê be.
Jêder: VOA, NTV