Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Bajarê Bakhmut ya Ukrayna 7 Sivîl Hatine Kuştin



Dîmeneke ji herema Bakhmut ya Donetsk li Ukrayna piştî êrîşeke Rûsya
Dîmeneke ji herema Bakhmut ya Donetsk li Ukrayna piştî êrîşeke Rûsya

Walîyê herêma Donetsk yê Ukrayna îro Sêşemê ragihand ku li qada şer ya bajarê Baxmut 7 sivîl hatine kuştin û 3 jî birîndar bûne.

Walî Pavlo Kyrylenko got ku sê termên sivîlên ku berê hatibûn kuştin jî li du cihan cuda hatine dîtin.

Artêşa Ukrayna jî îro ragihand ku hêzên Rûsî yên li herêma Donetsk êrîşên dijî bajarên Bakhmut û Avdiivka didomînin.

Artêşê do Duşemê got ku hêzên wan êrîşên Rûsî yên li derdora 10 heremên niştecîhî li rojhilata Donestk û Luhansk rawestandine, di nav de yên li nêzî bajarê Bakhmut jî.

Artêşa Ukrayna di Îlonê de bi hezaran kîlometre heremên li bakurê rojhilat û başûr ji destê hêzên Rûsî rizgar kiribûn.

Şer û pevçûn niha li rojhilat û li başûr ber bi Kherson ve navend dijwar bû.

Donetsk yek ji çar herêmên Ukrayna ye ku Serokê Rûsya Vladimir Putin îdia dike ku ew bi xwe ve girêdaye û li wir qanûna leşkerî hatiye ragihandin.

XS
SM
MD
LG