Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Bahoza Alabama de Hejmara Miriyan Gehişt 23 Kesan


Xaniyek li Albama yê rastî Bahozê hatî
Xaniyek li Albama yê rastî Bahozê hatî

Berpirsekî Eyaleta Alabama ya li Başûrê Rojhilatê Amerîka da zanîn ku herî kêm di bahozê de 23 kes mirine û dibe hejmara miriyan zêdetir bibe.

Kenala herêmî ya WRAL TV ya girêdayî Kenalê NBC di hevpeyvîneka bi Jay Jones re, berpirsê polîsên devera Lee ya ku dikeve Rojhilatê Alabama li ser sinorê Georgia gotiye "mixabin hejmar mir'yan gihaye 22 kesan û ev hejmar dê zêde bibe". Û di nava qurbaniyan de zarok jî hene.

Jones herwiha gotiye du kenalên herêmî yên girêdayî CBS û NBC hejmarek birîndaran veguhastine nexweşxanê "ew bi girnaî birîndar bûne".

Jay Jones yê ku ji sala 1998an heta niha berpirsê polîsane li herêmê got"bi dirêjiya wezêfeyê ku li vê derê, min bahozek weha bihêz nedîtiye". Bihavê ku bahozê vegirtî nîv mîl bû.

Dixtorê nexweşxana Tiba Adlî li herêma Bill Harris wî jî gotiye kenalekê Televizyonê ku di nava miriyan de hejmarek zarok hene.

Levi Baker yê ku sax qurtal bûye ji bahozê, wek şahidek dibêje, min gelek termên miriyan dîtin,xaniyên ji ciyê wan hatbûn hilandin û avêtbûn nîva rêyan, herwiha darên mezin ji nîvê qut kir bûn û gelek xanîyên wêrankirinî hebûn.

Berî niha hatbû zanîn ku hejmara qurbaniyan 14 kesin, lê roja Duşemê hejmara wan zêde bûye, herwiha hatbû ragihandin ku tenê Baohezek li Alabama pêkhatîye û bûye sedema ziyanên giyanî û madî, lê îro hat zanîn ku hejmarek bahoz li Alabama û li Georgia çêbûne.

XS
SM
MD
LG