Zimanê kurdî ji zimanên kevin in li Rojhilata Navîn lê belê ji ber rewşa miletê kurd ya siyasî, ku te vê serdemê bê welate, ev ziman rastî astengî û qedexekirinê bûye û bi salan hatiye çewisandin. Lê dîsanê bi keda zarokên ew sax maye û hewil dide ku bighêje asta zimanên zindî li cîhanê.
Di vê xelekê de ji bernama Deng û Reng, me ronî da ser xebata xortekî kurd, xemxurê zimanê kurdî ye û bi salan keda xwe daye vî zimanî.Ev kes Bahoz Baran e, nivîskar û zimanzan e.
Bahoz Baran di sala1982'an de li navçeya Licê li Amedê ( Diyarbekir) ji dayik bûye.
Dibistana xwe ya seretayî, ya navîn û amadeyî yê li Licê xwendîye.
Li Zanîngeha Dîcla ya Amedê beşê perwerdehiyê xwendîye.
Di sala 2003'yan de li kovara Tîgrîsê dest bi xebatên Kurdî kirîye.
Ji 2006'an û vir ve di nava xebatên perwerdehiya Kurdî de cî girtîye.
Di sala 2015an de li Zanîngeha Mardîn Artukluyê di warê zimanê kurdî master xwe xwendîye
Berhemên wî:
Rêzimana Kurmancî: Zimannasî, Li gel Mîkaîl Bilbil, Weşanên Enstituya Kurdî ya Amedê, 2008
A Baş: Çîrok, Weşanên Belkî, 2010
Rêzimana Kurmancî: Zimannasî, Weşanên Belkî, 2012
Derb: Çîrok, Weşanên Avestayê, 2014
Ferhenga Bişaftinê, 2017
Bahoz bi xwe endamê weqfa mezebotamiya ye, ku piraniya xebatên wê li ser zimanê kurdî ye û bengeha wê li Amedê ye.