Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Behrên Dibe Welatê Duyem di Bikaranîna Vaksîna Pfizer De


Welatê Behrên got ew bûye welatê duyem li cîhanê ku bikaranîna awarte ya vaksîna kompanîya Pfizer-BioNTech erê dike.

Ajansa fermî ya nûçeyan a Behrên şeva borî ev yek ragihand, piştî ku Brîtanya roja Çarşemê gotibû ew dê yekem danê Vaksînê wergire û bibe welatê yekem ê cîhanê di bikaranîna vaksînê de.

Behrên negot ew dê çiqas derzî bikire û ne jî dema destpêkirina wê diyar kir.

Vaksîna Pfizer a ku bi navê “mRNA” tê nasîn, ew kodeka genetîk vedihewîne ku dihêle sîstema berevanîya laşê mirov protîna li ser rûyê vîrusê nas bike.

Kompanîya Pfizer ji ajansa Associated Press re got ku berferehîyên rêkeftina li gel Behrên, di nav de jî “ dema şandina vaksînê û nirxa her derzîyekê” ew hîn nehatine belavkirin û red kir ku şîroveyên bêhtir bike.

Li dor awayê şandina vaksînê, Pfizer got:

“Me planên berfereh ên logistîk û alavên veguhestina çalak a vaksînê û çavdêrî û parastina wê saz kirine... belavkirina me ji vaksînê re pala xwe dide ser sîstema demê, ku em dê tê de derzîyên cemidî bigihînin bingehên dayîna vaksînan bo xelkê.”

XS
SM
MD
LG