Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bahreyn Wek Gava Normalbûnê Şandeya Yekê Dişîne Îsraîlê


Bahreyn,Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî û Îsraîl bi navbeynkarîya Trump peymana hevkarîye îmza dikin (Arşîv)
Bahreyn,Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî û Îsraîl bi navbeynkarîya Trump peymana hevkarîye îmza dikin (Arşîv)

Bahreyn îro Çarşemê bi armanca berfirehkirina hevkarîyê şandeya yekê şand Îsraîlê ku Waşîngton ev wek hevpeymanîya dijî Îranê û pêşxistina derfetên aborî bi nav dike.

Wezîrê Karên Derve yê Bahreynê, Abdullatîf el-Zayanî ku seroktîya şandeyê dike,bi balafira Gulf Air GF972 derket rê ku koda xeta telefona Îsraîlê nîşan dide û herwiha ev firîna yekê ya bazirganî ya bo Orşelîmê ye.

Zayanî wê li Orşelîmê bi Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu û Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo re bicive.

Li gor daxuyanîya wezareta karên derve ya Bahreynê Zayanî dema ku giheştîye Îsraîlê di derbarê serdanê de peyivî.

"Ev serdan jibo di warên cûrbecûr de destpêkirina gelek însîyatîfên hevkarîyê de wê bibe alîkar û bo serdanên pêşerojê jî xaleke destpêkê ye," Zayanî got.

Berpirsê Giştî yê Wezareta Derve yê Îsraîlê Alon Ushpiz ji Radyoya Artêşa Îsraîlê re ragihand ku karbidestên her du welatan dê di çerçoveya peymana hevkarîyê ya li Manama, ser rêwîtîya hewayî, cîhên serdana vîzeyan û vekirina balyozxaneyan xebatên xwe bidomînin.

Serokê şandeyên Amerîka, nûnerê Rojhilata Navîn yê Serok Donald Trump, Avi Berkowitz jî li firoka ku ji ser Erebistana Saudî firîbû.

Erebistana Saudî dewleteke herî hêzdar li herema Kendavê ye û bo demeke dirêj hemberî hewildanên Amerîka yên bo normalkirina tekilîyên bi Îsraîlê sekinîbû.

Rêveberîya Trump ji Îlonê vir ve navbeynkarîya Bahreyn, Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî û Sudan dike ku ew peywendîyên xwe yên bi Îsraîlê re normal bikin û hevalbendîya stratejîk ya dijî Îranê jî xurt bikin.


XS
SM
MD
LG