Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bahreyn Qatarê bi Zêdekirina Girjîya Kendave Sucdar Dike


Wezîrê Derve yê Bahreynê Xelîfa
Wezîrê Derve yê Bahreynê Xelîfa

Wezîrê Derve yê Bahreynê Şêx Xalid bîn Ahmed el-Xelîfa, îro Duşemê Qatar bi zêdekirina girjî û alozîya bi hêzên herêmê sucdar kir, piştî ku Doha biryar da ku pirtir leşkerên Tirk werin Qatarê.

"Bingeha pirsgirêkên me bi Qatarê sedemên dîplomatîk û ewlehî ne, ne leşkerî. Anîna artêşên bîyanî û maşîneyên zirxîn alozîya ku Qatarê peyda kiriye, nîşan dide," Xelîfa di Twitterê de got.

Xelîha herwiha gotibû ku anîna hêzên derveyî wê kêşeyên heyî çareser nekin.

Bahreyn ligel Erebistana Saudî, Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî û Misirê sê hefte berê boykot danabû ser Qatarê û sînorên xwe yên ligel wê welatî girtibûn, bi sedema ku ew piştgirîya terorê dike.

Ew dewlet dû re hişyarîyeke ku ji 13 xalan pêk tên dabû Qatarê ku di nav de daxistina bingeha leşkerî ya Tirk li Doha jî hebû.

Tirkîye wek hêzêkî xurt ya herêmî piştgirîya xwe ji Qatarê re ragihandibû û piştî derketina alozîyan, hejmara hêzên xwe yên li Qatarê zêde kiribû.

XS
SM
MD
LG