Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ciwanê Kurd Bahtîyar Firat ji 14'ê Cotmehê Vir ve Hinda Ye


Bahtîyar Firat
Bahtîyar Firat

Ciwanê Kurd Bahtîyar Firat, ku cara dawî li Stenbolê hatibû dîtin, ji 14'ê Cotmehê vir ve hinda ye.

Esra Firat, hevjîna Bahtîyar bawer dike ku ew ji alîyê MIT’ê ve hatiye desteser kirin.

“Hevjînê min jibo ku here Îranê, bi firokê ji Colemergê çû Stenbolê û li wire ji alîyê MIT’ê ve hate binçav kirin. Piştî ku firoka wî bi rê ket ew hat berdan û ew jibo ku vegere navenda bajêr li taksîyekê sîwar bû. Di vê navberê de telefonî min kir û got ku endamên MIT’ê otomobîla wî dorpêç kirine û wî desteser dikin.”

Esra Firat bi berdewamî got ku wê jibo çarenivîsa hevjînê xwe serî li Serdozgerîya Komarî ya Stenbolê daye, lê heya niha tî agahî wernegirtiye.

“Di serlêdana me ya despêkê de dozgerîyê binçavkirina hevjînê min bi devkî qebûl kir. Em piştî wê rojê careke din çûn dozgerîyê, lê vê carê gotin ku tî agahîya me ji Bahtîyar Firat tuneye.”

Esra Firat dibêje ku li her derê Stenbolê kamarayên ewlehîyê hene û ew nikarîn hevjînê wê bikujin yan hinda bikin.

Parlamanterê Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Colemêrgê Saît Dede ser hindabûna Firat, bi pirsanmeyekê agahî ji wezereta navxweyî û ya dadê xwest.

“Di salên dawî de binçavkirin, girtin û hindakirina Kurdan zêde bûye. Di salên 1990’an de 17 hezar Kurd ji alîyê dewletê ve hatibûn hinda kirin. Jiber vê yekê dema kesek tê binçav kirin, di dilê me de tirsa berzekirinê çêdibe.”

Tevî ku hindabûna Bahtîyar Firat di ragihandina navxweyî û navnetewî de û ser medya civakî bi berfirehî cîh girtiye jî heta niha karbidestên Tirkîyê tî daxuyanî ser rewşa wî nedane.

Komela Mafên Mirovan (IHD) bal dikşîne ku piştî hewildana darbeya leşkerî ya 2016’an heya niha 31 kes hatine revandin.

AA_21_10_2020_Bahtîyar_Firat
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:14 0:00

XS
SM
MD
LG