Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hevşaredarên Bajarê Mezin yên Wanê Destûrnameyên Xwe Wergirtin


Hevşaredarên bajarê mezin yên Partîya Demokartîk ya Gelan (HDP) Bedîa Ozgokçe Ertan û Mustafa Avci
Hevşaredarên bajarê mezin yên Partîya Demokartîk ya Gelan (HDP) Bedîa Ozgokçe Ertan û Mustafa Avci

Li Wanê hevşaredarên bajarê mezin yên Partîya Demokartîk ya Gelan (HDP) Bedîa Ozgokçe Ertan û Mustafa Avci, tevî komeke piştgiran çûn Qesra Edlîyê û destûrnameya bajarvanî wergirtin.

Hevşaredarê Bajarê Mezin yê Wanê Mustafa Avci got ku gelê Wanê îradeya xwe nîşan da.

“Gelê Wanê ji zîhnîyeta qayum, şer û zulmê re got na. Tevî ku wergirtina destûrnameya dereng xistin jî, em bi îradeya gelê xwe peywirdarî digirin. Emê sibê şûnve bi gelê xwe re herin şaredarîyê û dest bi xebatê bikin. Ji gelê me re pîroz be.”

Li aliyê din hevşaredarên bajarokên Artemêt (Edremît) û Tuşbayê ku jibo wergirtina destûrnameyan serlêdan kirin, sedema bi Biryarnameya Desthilata Qanûnê (KHK) ji kar hatine derxistin, destûrnameyên wan hatine rawestandin.

Hêjayî gotinê ye ku HDP’ê di hilbijartinan de li Wanê 53 ji sedê û Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) jî 40 ji sedê dengan wergirti.

AA_04_10_2019_Wan
please wait

No media source currently available

0:00 0:01:33 0:00

XS
SM
MD
LG