Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bajarvana Barselona Dijî Serxwebûna Katalonya Ye


Bajarvana Barselona Ada Colau ragihand ku dijî serxwebûna Katalonya ye û dîyar kir ku ‘’ger gaveke wisa were avêtin, dibe ku yekîtîya civakê bikekeve xeterê’’

Colau da zanîn ku wateya encamên referanduma 1’ê Cotmehê ne pejirandina ragihandina sexwebûnê ye, lê ew dikare zemînekê bo dîyalog û navbeynkarîya navneteweyî çêke.

Bajarvana Barselona bang li Serokwezîrê Îspanya Mariano Rajoy kir ku polîsên ku şandine Katalonya ji herêmê vekişîne. Wê dîyar ki ku ‘’divê desthilata sazîyên îdarî yên Katalonya ji dest neyên sitandin’’ û got ku ji dêvla gurkirina krîzê divê herdu alî ber bi hevdu gavên nêzîkbûnê biavêjin.

Li ber e ku Serokê Rêvebirîya Xweser ya Katalonya îro Sêşemê li parlamentoya Katalonya serxwebûnê ragihîne.

Rêjeya beşdarîya referanduma serxwebûnê li 43 ji sedê mabû û 90 ji sedê hilbijêran bo serxwebûnê deng dabû.

XS
SM
MD
LG