Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Tuncer Bakirhan, Hevserokê Partîya Wekhevî û Demokrasîya Gelan (DEM Partî) îro Sêşemê li Hewlêrê hevdîtineke kir.
Li gor daxuyanîya Serokatîya Herêma Kurdistanê, Barzanî û Bakirhan di hevdîtinê de pêvajoya aştîyê ya li Tirkîyê û pêşketinên dawî yên herêmî hatine gotûbêjkirin.
Barzanî û Bakirhan bang li hemû alîyên têkildar kir ku piştgirîyê bidin pêvajoya aştîyê ya Tirkîyê û nehêlin ku ev “derfeta dîrokî” ji dest biçe.
Nêçîrvan Barzanî Herwiha, jibo ewlekarî û aramîya Tirkîyê û tevahîya herêmê girîngîya aştîyê destnîşan kirîye, dî daxuyanîye de hat ragihand.
“Serok ser pêvajoya aştîyê careke din pîştgirîya Herêma Kurdistanê pîştrast kir û jibo serketina wê, pêşkêşkirina hemû alîkarîyên pêwîst amedekarbûna xwe anî ziman,” di daxûyanîyê de hat gotin.
Di daxûyanîyê de hat gotin ku Bakirhan jî li ser navê xwe û DEM Partîyê jibo piştgirî û hewlên wî yên berdewam, ji Barzanî re spasîyê xw pêşkeş kirîye.
DEM Partî û Bakirhan jî piştî hevdîtinê bi daxûyanîyekên cûda hevdîtin ragihandin.
Bakirhan hevdîtîna bi Barzanî re wek “berhemdar” pênese kir û bal kişand ser girîngîya domandina dîyalog û hevkarîyê.
“Di civînê de me Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û aştîya herêmî nirxand. Me dîyar kir ku danûstandin û hevkarî ji bo hemû alîyan kêrhatî ye,” wî li ser X’ê got.
Hevdîtin di çarçoveya Foruma salane ya Enstîtuya Lêkolînên Rojhilata Navîn, MERI, ya li Hewlêrê de pêk hat.
Barzanî doh Duşemê jî di forumê de gotibû ku li gor çavdêrîyên wî, hem serokê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan hem jî rêberê PKK’yê yê girtî Abdullah Ocalan di pêşxistina pêvajoyê de cidî ne.
Barzanî got ku dibe ku pêvajo ne bi leza ku hin alî hêvî dikin pêş bikeve, lê li ser rêgeha rast pêşve diçe. Wî destnîşan kir ku çareserkirina nakokî, înkar û bêbawerîya çil salan dem dixwaze.
Hejayê gotinê ye ku PKK’ê di Gulana 2025an de hilweşîn û bidawîanîna têkoşîna çekdarî û di Tîrmeha 2025’an de jî pêvajoya çekberdanê ragihand.
Piştî ku Tirkîyê di Tebaxa 2026’an de qanûna çarçoveyî pejirand, avêtina gavên qanûnî û vegera endamên berê yên PKK’ê, girêdayê piştrastkirina fermî ya çekberdan û hilweşîna temamî ya rêxistinê ye.