Hevserokê Partîya Demokratîk a Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan got ku eger prosesa aştîyê biserkeve ewê partîyên sîyasî li ser zemîneke demokratîk polîtîkayên xwe baş bimeşînin.
Bakirhan îro Şemîyê di civîneke partîya xwe de dîyar kir ku pêşvebirina pêvajoya danûstandinan ne tenê berpirsîya hin alîyan e, lê ya herkesî ye.
"Ev pêvajoya me hemûyan e. Bi pêşveçûna pêvajoyê desthilat jî wê neçar bimîne hin gavan biavêje," Bakirhan got.
Wî dîyar kir ku tevî ku pêvajo girîng e jî heta niha li gor wê helwest û giranîyek çênebûye.
Bakirhan got ku heta ser pêvajoyê gav neyên avêtin ewê li şûna hêvîyan fikar hebin.
Hevserokê DEM Partî da zanîn ku jibo bawerî bi pêvajoyê çêbibe û piştgirîya jibo wê bidome divê desthilat gavan biavêje.
Rêvebirên desthilata Partîya Dad û Geşepêdanê (AKP) dibêjin pêvajo bi awayekî serketî dimeşe û ti xitimîn çênebûye.
Cîgirê Serokê AKP’ê Efkan Ala vê hefteyê dîyar kir ku ewê ser prosesa aştîyê ya navê wê Tirkîyeya Bêteror e li parlamanê komîsyoneke nû çêkin.
Ala got ku xebatên wan ên li qadê didomin û ti rawestan tune.
Serokê Parlamana Tirkîyê Numan Kurtulmuş jî do Înê got ku Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) di dîroka xwe da cara pêşî wisa bi awayekî zelal viyana çekberdanê nîşan daye.
Kurtulmuş dîyar kir ku PKK’ê dîtîye ku ew bi çekan nikare li Tirkîyê ti encamê bi dest xwe xwe.
Wî got ku li Tirkîyê siberojên Kurdan û Tirkan girêdayî hevdu ne.
Bakirhan: Pêvajoya Aştîyê ya Me Hemûyan e