Breaking News

Bakirhan: Sekreteriya Ocalan Hat Xurtkirin

Arşîv: Tuncer Bakirhan, hevserokê Partîya Wekhêvî û Demokrasîya Gelan (DEM Partî ), 4'ê Tebaxa 2026'an
Arşîv: Tuncer Bakirhan, hevserokê Partîya Wekhêvî û Demokrasîya Gelan (DEM Partî ), 4'ê Tebaxa 2026'an

Hevserokê Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan got sekreteryaya Abdullah Ocalan hatiye xurtkirin.

Bakirhan di komcivîna partîya xwe de dîyar kir ku Ocalan li Girtîgeha Îmraliyê derbazî cîhekî nû bûye û ew bo prosesê di rewşeke hîn baş de dixebite.

"Ez vê yekê ji vir bi awayekî zelal bibêjim: Jibo bi awayekî hîn çapik û hîn kêrhatî bixebite, sekreteryaya wî hat xurtkirin. Em cara yekê ye vê dibêjin." Bakirhan got.

Wî bi berdewamî dîyar kir ku gerek ew hiqûq û sîyasetê bixin şûna çekdanînê.

Ocalan, li ser prosesa nû Sibata 2025’an bang li Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) kiribû ku çekan berde û xwe hilweşîne.

Hikûmet ser prosesê dibêje Tirkîyeya Bêteror û dîyar dike ku ew projeya herî mezin ya sedsala nû ya welêt e.

Çaverê ye parlemana Tirkîyê meha pêş ser pêvajoyê komîsyoneke çavdêrî û şopandinê çêke.

Serokê Parlemana Tirkîyê Numan Kurtulmuş hefteya borî serdana partîyan kiribû û bi karbidestan re ser avakirina komîsyonê peyîvîbû.

XS
SM
MD
LG