Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bakirhan: Piştî Civîna MGK'ê Qonaxeke Nû Tê Pêşbînîkirin

Tuncer Bakirhan, Hevserokê Partîya Wekhevî û Demokrasîya Gelan (DEM Partî)
Tuncer Bakirhan, Hevserokê Partîya Wekhevî û Demokrasîya Gelan (DEM Partî)

Hevserokê Partîya Wekhevî û Demokrasîya Gelan (DEM Partî) îro Duşemê got ku hevdîtinên di navbera dewleta Tirkîyê, damezranerê Partîya Karkerên Kurdistanê, PKK’ê Abdullah Ocalan û rêvebirîya wê komê de berdewam dikin.

"Hevdîtinên di navbera dewlet, Birêz Ocalan û rêvebirîya tevgerê de didomin. Em bawer dikin ku piştî civîna Civata Ewlekarîya Neteweyî, qonaxeke nû wê destpê bike," Bakirhan got.

Bakirhan got ku li gor pêşbînîya wî piştî civîna Civata Ewlekarîya Neteweyî, MGK’ê di 4’ê Cotmehê de, pêvajoya çareserîya siyasî ya kêşeya Kurd derbazî qonaxeke nû dibe.

Hevserok Bakirhan ev daxuyanî di hevpeyvîneke ku roja Duşemê di rojnameya Yeni Yaşamê de hate weşandin de da.

Wî got ku pêvajo di du salên borî de astengîyên girîng derbas kirine û ew niha derbarê rêgeha wê de geşbîntir e.

Bakirhan anî ziman ku "Em li ber derîyê pêşveçûnên girîng in," û wî bi berdewanî destnîşan kir ku pêvajo hîn di qonaxeke destpêkê de ye.

Bakirhan ragihand ku ew wek DEM Partî çaverê dikin ku MGK di civîna xwe ya 4’ê Cotmehê de gav bavêje, da ku qanûna çarçoveyî ya ku di Tebaxê de ji aliyê parlamentoyê ve hate pejirandin, dest bi cibicîhanînê bike.

Li gor Bakirhan, DEM Partî li bendê ye ku di vê qonaxê de vegera destpê bikin û derbarê berdana girtîyan de gav werin avêtin. Wî got ku piştî temambûna vê qonaxê, pêvajo divê derbazî qonaxa duyê bibe, ku gavên jibo demokratîkbûna Tirkîyê werin avêtin.

Bakirhan herwiha xwest ku mekanîzmayên ku di qanûna çarçoveyî de hatine avakirin, divê demûdest bi xebatê bikin.

Rola Ocalan

Bakirhan herwiha li ser nîqaşên dawî yên derbarê şertên Abdullah Ocalan yên li girtîgeha Îmarîlî de jî axivî.

Li ser nûçeyên ku dibêjin Ocalan dikare di komîsyona bêçekbûnê de cîh bigire, Bakirhan got ku heta niha derbarê vê yekê de daxuyanîyeke fermî nehatiye dayîn.

Bakirhan got ku rola Öcalan ya di pêvajoyê de divê di çarçoveyeke hiqûqî de were diyarkirin û statû, berpirsiyarî û rêyên ragihandina wî bên zelalkirin.

Bakirhan destnîşan kir divê jibo Ocalan şertên pêwîst yên ragihandin û xebatê werin ava kirin, bi taybet dema ku pêvajo ji qonaxa bêçekbûnê ber bi qonaxeke siyasî û hiqûqî ve diçe.

Wî got, ku rola Öcalan ya di pêvajoyê de divê di çarçoveyeke hiqûqî de were diyarkirin û statû, berpirsiyarî û rêyên ragihandina wî bên zelalkirin.

Bandora Pêvajoyê ya Herêmî

Bakirhan bal kişand ku pêşketinên li Tirkîyê dikarin bandorê li ser pirsgirêka Kurd li heremên din, Sûrîye, Îraq û Îranê jî bikin.

Derbarê Sûrîyê de, Bakîrhan got ku pêvajoya entegrasyonê gihîştiye qonaxeke girîng, lê mijar tenê tevlîbûna hêzên çekdar ya di nav saziyên dewletê de nîne.

Wî got ku pirs û nezelalîya sereke hêjî man e, yên wek ewê Kurd di sîstema nû ya Sûrîyê de derbarê ziman, rêvebirîya herêmî, nûnertîya siyasî û mafên jinan de çi garantiyên qanûnî bi dest bixin.

Bakirhan anî ziman ku çareserîyeke siyasî ya kêşeya Kurd li Tirkîyê bi rêbazên siyasî û hiqûqî, têkildarî kêşeya Kurd li welatên din – di nav de Îran – jî nêzîkatiyên siyasî piştevanî bike.

This item is part of
XS
SM
MD
LG