Hevserokê Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan got ku lihevkirina nû ya li Sûrîyê jibo aştî û demokrasîya herêmê gaveke girîng e.
Bakirhan îro Sêşemê li Amedê li ser pirsên rojnamevana derbarê lihevkirina Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) û rêvebirîya Sûrîyê dîyar kir ku gavên wisa kêrî çêkirina zemîneke demokratîk tên.
‘’Lihevkirina Sûrîyê girîng e. Çima girîng e? Nîşan dide ku ewê rejîmeke tekperest ya Sûrî çênebe.’’
Wî got ku bi vê lihevkirinê wê li Sûrîyê hemî reng û dengên cuda jibo demokrasîyê danûstandinan bikin.
Bakirhan dîyar kir ku nîşanên pêşî raber dikin ku ewê Sûrîyekeke modern û demokratîk çêbe û got ku hêvîya wan jî wisa ye.
Hevserokê DEM Partî got ku lihevkirina li Sûrîyê li gor banga çekberdanê ya Serokê Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) Abdullah Ocalan e.
Ocalan 27’ê Sibatê bang li PKK’ê kiribû ku çekan berde û dawî li xwe bîne.
PKK'ê ser banga Ocalan agirbest ragihand û dîyar kir ku ewê li gor wî tevbigere.
Karbidestên Tirk, ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ya pêşengîya HSD’ê dike wek baskê PKK’ê yê Sûrîyê dibînin, digotin ku divê li gor banga Ocalan YPG jî çekan berde.
Li gor lihevkirin HSD û rêvebirîya Sûrîyê, hemî sazîyên leşkerî û sîvîl yên Rêvebirîya Xweser ya Bakur û Rojhilata Sûrîyê bi sazîyên dewleta Sûrîyê re dibin yek.
Jêder: X