Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bakirhan: Rewişa Tirkîyê jiber Çaresernekirina Kêşeya Kurdan Xirabtir Dibe


Hevserokê Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan got ku çareserkirina kêşeya Kurdan ji hilbijartinan girîngtir e.

Bakirhan di komcivîna partîya xwe de dîyar kir ku ew jibo çareserkirina kêşeya Kurdan hazir in.

‘’Ji meqam û bajarvanîyan girîngtir e çareserkirina kêşeya Kurdan. Jibo îradeya ku dixwaze kêşeya Kurdan çareser bike em nabin asteng û em tim jî hazir in ku piştgirîyê bidin.’’

Wî dîyar kir ku ew bang li desthilat û rikeberîyê dikin ku jibo çareserîyê îradeya xwe nîşan bidin ku ew jî bi wan re hevkarîyê bikin.

Bakirhan dîyar kir ku jiber ku kêşeya Kurdan nayê çareser kirin rewişa Tirkîyê ji xirabtir dibe.

Hevserokê DEM Partî got ku ew dizanin ku çareserkirina kêşeya Kurdan jibo berjewendîyên wan e û got ku divê ew êdî ser aştî û çareserîyê danûstandinê bikin.

Sîyasetvan Selahattîn Demîrtaş di rojên borî de bi nivîsekê dîyar kiribû ku divê DEM Partî jibo çareserîyan bi partîyên din re danûstandinê bike.

Demîrtaş gotibû ku ‘’Di navbera DEM Partî û Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) de trafîkeke danûtandinê heye yan tuneye ez nizanim. Lê eger tuneye ew jibo her du partîyan jî kêmahî ye.’’

Wî bang li DEM Partî kiribû ku jibo pêşvebirina demokrasîyê bi partîyên muxalefet û desthilatê re danûstandinê bike.

Jêder: X

XS
SM
MD
LG