Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Taşçier: Emê Pirtir Alîkarî ji Rojava re Bişînin


Kurdên binxetê alîkarîya ku ji Tirkîyê tên bi dilgermî pêşwazî dikin
Kurdên binxetê alîkarîya ku ji Tirkîyê tên bi dilgermî pêşwazî dikin
Platforma Piştgirîya Kurdên Sûrîyê ku demekî berê ji alîyê rêxistin û partîyên Kurdan li Dîyarbekirê hatibû damezrandin, îro Înîyê 2 qamyon alîkarîyên mirovahî şandin Nisêbînê.

Di hevpeyvîna Pişûka Kurdî ya Dengê Amerîke de, Îmam Taşçier, Endamê Platforma Piştgirîya Kurdên Sûrîyê li ser vê hewlê agahîyan dide.

Birêz Taşçier dibêje, ew bi dijwarîyên Kurdên binxetê pir nerehet in û dixwazin vê alîkarîya sembolîk piştgirî û hezkirna xwe bigehînin wan.

Îmam Taşçier lêzêde dike û dibêje, eger karbidestên Tirk bihêlin ku alîkarîya wan bigeheje Qamişlo, ew dê kepmeyneke berfirehtir bikin û pirtir alîkarî ji xuşk û birayên xwe yên binxetê re bişînin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG