Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reuters: Hêzeke bi 30,000 Kes li Bakurê Sûrîyê Tê Çêkirin


Reuters’ê ragihand ku koalîsyona bi pêşengîya Amerîka bi Yekîneyên Parastina Gel (YPG) re hêzêke sînor ya bi 30,000 kes çêdike. Ajansa da zanîn ku hêza nû dê li sînorên herêma ku di bin kontrola Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) de ye were bi cîh kirin.

Reuters’ê ji zarê karbidestekî Tirk yê payabilind dîyar kir ku Wezareta Derve ya Tirkîyê, roja Çarşemê ser perwerdeya Amerîka ya bo hêza ewlekarîya sînor, karguzarê Amerîkî vexwendîye wezaretê.

Wezareta Derve ya Tirkîyê jî agahîya ajansê piştrast kir û dîyar kir ku ewê Wezîrê Derve yê Tirkîyê Mevlut Çavuşoğlu nerazîbûna xwe ji hevtayê xwe yî Amerîkî Rex Tillerson re bibêje.

Reuters’ê dîyar kir ku Ofîsa Ragihandinê ya Koalîsyona bi Pêşengîya Amerîka jî bi e-nameyekê çêbûna hêza nû qebûl kiriye. Koalîsyonê da zanîn ku nîvê hêza nû dê xazîyên HSD’ê bin û peyvajoya çêkirina nîvê din jî didome.

YPG pêşengîya HSD’ê dike û Tirkîye wê wek baskeke Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) dibîne.

Karbidestên Washingtonê didin zanîn ku heta ku Dewleta Îslamî (DAIŞ) bi temamî têk diçe, îstiqrar çêdibe û danûstandinên Neteweyên Yekbûyî (NY) yên bo aştîyê bi seri dibe ewê li Sûrîyê bimînin.

XS
SM
MD
LG