Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Êrîşa Mûşekan Bo Ser Bingeha Balad ya Leşkerî li Bakurê Bexda


Arşîv: Bingeha esmanî ya Balad li bakurê Bexda.
Arşîv: Bingeha esmanî ya Balad li bakurê Bexda.

Roja Yekşemê çavkaniyên ewlekariyê gotine ajansa Fransî ya Nûçeyan AFP, bingeha Balad ya li bakurê paytext Bexda ku hêzên Amerîkî û Îraqê lê dimînin rastî 2 mûşekam hatiye, ev êrîş 3 rojan berî destpêkirina diyaloga stratejî ya di navbera Bexd û Washingtonê de pêkhat.

Li gor çavkaniya ewlekariyê ti ziyanên giyanî û madî çênebûne û heta niha ti aliyekî ew êrîş negirtîye ser xwe, lê Washington derbarê êrîşên bi vî awayî milîtanên çekdar yên alîgirên Îranê tawanbar dike.

Ji dema ku Joe Biden li dawiya meha Yek ya Îsal gihaye Qesra Spî heta niha, ev êrîşa 14ê ye ku hêzên Amerîka li Îraqê, baloyozxana Amerîka, yan jî konvoyên leşkerê Îraqê yên alîkariyên logistîkî didin hêzên biyanî li wî welatî tên armanc girtin.

Di wan hemî êrîşên cûda de, ku berî wextî 10an êrîşên heman şêwe pêkhatine di serdema serokê berê Donald Trump de. Sivîlek Îraqî û 2 Amerîkî hatine kuştin, herwiha kesekê Îraqî ku girbesta çavdêriya firokên (F-16) dikir birîndar bûye.

Weke şareza dibînin ku hin caran grûpên çekdar yên baş nayên naskirin û weke aligirên Îranê tên dîtin bi êrîşên heman şêwe radibin.

Tê çaverê kirin ku roja Çarşemê rêvebiriya nû ya Amerîka "Diyaloga Stratejî" bi hikûmeta îraqê re bi rêya onlyan bi serokatiya Serokwezîr Mustefa Al Kazimî bidin destpêkirin, Kazimî yê ku gelek caran ji aliyê grûpên girêdayî Îran ve hatiye tehdîd kirin.

Amerîka û Îranê hebûna xwe ya leşkerî li Îraqê heye, Amerîka serokatiya Hevpeymaniya Navnetewî dike ya li dijî dewleta Îslamê DAIŞê ji sala 2014a û vir ve û nêzî 2500 leşkerên wê li Îraqê hene.

Li aliyê din Îran piştgîriyê dide Heşda Şaabî ya ku di nava saziyên dewleta Îraqê de cih digire, di her êrîşeke mûşekan de bo ser bingehên leşkerî li Îraqê, Amerîka gefa bersivdanê dike dibêje Îran dê baca wê bide.

Meha Şibata borî, Amerîka ketaybên Hizxbullaha Îraqê, ku grûpeke çekdar ya girêdayî Îranê ye li ser sinorê Îraq-Sûriyê bombebaran kirbû, ev jî weke bersivdanek bû, bo êrîşkirina ser hin armancên Amerîkî li Îraqê.

Serokê Amerîka Joe Biden di wê demê de gotbû derbeyên Amerîka li rojhilatê Sûriyê divê Îran wan weke hişyarkirin bibîne.

XS
SM
MD
LG