Karbidestên Îraqê dibêjin balefirên şerkerên Tirkiyê hinek dever li Herêma Kurdistana Îraqê bombebaran kirin û di encamp de kesek sivîl birîndar bû.
Karbidest dibêjin balefirên Tirkîyê roja Şembiyê gondê Sîdekan nêzîk tixûbê Îranê bombebaran kirin.
Hêşta Tirkiyê ew êrîşa leşkirî piştrast nekiriye.
Şer û pevçûn li navbera Tirk û Kurdan zêdetir bûne, ji demê Partiya Karkerên Kurdistanê yan PKK ê li meha Hezîranê dawî bi agirbesta yêk salî anî.